JI RAYA GIŞTÎ RE

Gelî dostên hêja, hezkiriyên dengbêjiyê û şopînerên giranbuha yên Şahê Dengbêjan, Dengbêj Şakiro.

Di destpêkê de ez li ser navê malbata me we hemuyan bi rêzdarî silav dikim.

Ez, kurê Dengbêj Şakiro û Serokê Weqfa Dengbêj Şakiro Umît Denîz, li ser hin agahiyan ez pêwîstî dibinim ku daxuyaniyek girîng bidim we.

Di rojên dawîn de li ser tora civakî û hin deverên din, hin agahiyên ne rast, bêyî hay û gumana weqfa me hin agahî tên parvekirin. Em di wê şikê de ne ku li ser navê Dengbêj Şakiro hin niyetên nebaş ên cuda tên şopandin.

Divê bên zanîn ku:

            •          Li dor du salan e “Weqfa Dengbêj Şakiro û Jiyandina Çanda Dengbêjiyê” wek fermî xebatên xwe dimeşîne.

            •          Hemû mafên Dengbêj Şakiro di bin banê weqfê de hatine tomarkirin.

            •          Weqfa me, li gor bername û armancên xwe kivş kiriye xebatên xwe dimeşîne.

Yek ji van armancan ew e ku li gor bîranîna Şahê Dengbêjan wek projeyên:

            •          Mala ku lê hatiye dine, veguherînin muzexaneyê.

            •          Li cihekî guncav li ser gora wî mexberek ava bikin.

Lê belê divê ez bidin zanîn ku, ji Weqfa Dengbêj Şakiro û malbata wî pêştir tu rayeya kesî di vî werî de nîne, teserufata tu kesekî di vî werî de nîne.

Cih guhertina gora Dengbêj Şakiro an jî xebatên bi vî rengî, tenê bi biryara Weqfa Dengbêj Şakiro û malbata wî pêkan e.

Her wiha hemû agahiyên ku berê raya giştî didin xeletiyê, agahiyên xelet, nerast diyar dikin em red dikin.

Digel rêz û silavên min

Ümit Deniz

Serokê Weqfa Dengbêj Şakiro